türkçe porno anadolu yakası escort

Kurd û rojnamevaniya Turkiye


Bu makale 2016-04-22 08:09:01 eklenmiş ve 2016 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net

 


Rewşa Bakûrê Kurdistan win jî wek me dişopînin. Bi rastî ême ne bi tenê şopandina, em her dem di nav da ne. Herî dawî 3-4 roj berê ji bo lêkolîna ez û çend hevalên xwe yê rojnamevan ji bo çûyîna Cizîrê em derketin rê. Mixabin hêzên emnî li her derê rê girtine û destûr nadin ku tu kes biçe Nisêbînê. Her çiqas bi kesên berpirs re em bikevin têkilatiyên jî bêçare em vegeriyan. Balkêşe ku di ew rêya qedexe da rojnamevanê Tirk li ber me derbas bû û çû Nisêbînê. Dema min pirsî, bersiv jî balkêş bû. Di got ku polîsên sivîl; ew rojnamevan fermandarên leşkerî nas dike, ji ber wê ew derbas bû. Yanî dibê ku ji bo win jî derbas bibin pêwiste ku fermandarên leşkerî nas bikin. Me serdana Qeymaqamê Cizîrê kir lê mixabin gotin emê niha çareser bikin lê me bê bersiv hêştin. Polîsên ku rê girtibûn gotin ku di rêya Midyad û Xezexê da biçin wê demê win dikarin biçin Cizîrê. Bêçare me jî wisan kir û em ketin rê. Li Xezexê em ji kontrola derbas bûn û ber bi Cizîrê ve çûn. Êdî bi bû êvar û di têketina Cizîrê da hêzên emnî kontrolên xwe pirtir kiribûn. Di kontrola nasnameyên me da tu astengiyek derneket. Lê mixabin ji ber ku em rojnamevan bûn bi qasê saetek me li wê derê dan rawestandin.

Yê balkêş ne tenê ev bû. Polîsên sivîl got ku win nikarin têkevin Cizîrê. Min jî got ma Cizîr qedexe ye? Polîs got ku; Cizîr ne qedexe ye lê ji bo rojnamevana qedexe ye. Li berpirsê enformasyona rojnamevana geriyan û ew kesê berpirs jî gotibû rojnamevana nekin Cizîrê. Min bi xwe li ew berpirsê enformasyonê geriyam û min got ev çi hale? Di bê ku biçin Amed û li wê derê serdan bikin. Min telefona xwe da polîs û ew bi berpirsê enformasyonê re axifî û piştê ku axaftin bi dawî bû polîs got ku wê niha li me bigere û wê bersiv bi de. Wek ku polîs got piştê çend deqe berpirsê enformasyonê geriya lê ne li telefona polîs li ya min geriya. Gelek balkêş bû ku ew di got qey ez jî polîsim û wisan axifî; “Kekê memûr, evana rojnamevan in û em nizanin ku wê li Cizîrê çi bikin. Ji ber wê win destûr nedin wan rojnamevana û wan nekin Cizîrê” Piştê vê axaftina berpirsê enformasyonê min got ku; “Ma çi zerara me ji we re heye?” Herî balkêş ew bû ku tênegihişt ku ez rojnamevan im û berdewam kir; “Ya baştir win van rojnamevana asteng bikin û nehêlin bila neçin Cizîr”

Bi rastî jî ew dialog gelek balkêş bû û min dît ku destûr ji bo rojnamevanê Kurd nayê dayîn. Em vegeriyan Midyad û ew şev li Midyadê man. Roja din dûbare me ceriband û dîsa senaryoyê wan wek hev bû. Em jî çûn Xezexê û me li wê derê lêkolînên xwe kir. Bi rastî jî Xezex jî wek Cizîr hatibû talankirin û wêrankirin. Dema me lêkolîna dikir polîsên sivîl û fermî bi maşîneyên zirxî li pey me bûn û diyare ku ji me aciz bibûn. Dixwastin ku bandora metirsiyê li me bikin.

Ez dixwazim bêjim ku; li Bakûrê Kurdistan mixabin rojnamevanî ketiye bin kontrola hukumetê. Ew kesên ku di bin kontrola hukumetê da nebin mafên wan ê şopandina heqîqetê nîne. Yanî rojnamevanî li gor hukumet û dewletê dimeşe. Li gor wan em ne rojnamevan in. Gelo rojnamevanî karek ku nasnameya wê hukumet di de mirov? Li gor zanistiyên me rojnamevanî karek azad e û li bin kontrola tu kesê da nîne.

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
Kadına Şiddet
Anayasa Haberleri
Trafik Kazaları
Yerel Seçimler
SPOR
Galatasaray
Fenerbahçe
Basketbol Haberleri
Şampiyonlar Ligi
SİYASET
Recep T. Erdoğan
Devlet Bahçeli
Kemal Kılıçdaroğlu
AKP Haberleri
EĞİTİM
Eğitim Haberleri
Eğitim Bakanlığı
A.Ö.L.
Eğitim Portalı
DÜNYA
Avrupa Haberleri
Amerika Gündemi
Suriye İç Savaş
Arıkan Meselesi