antalya escort
türkçe porno anadolu yakası escort

Di siyaseta Turkiye da rojên reş


Bu makale 2016-05-12 08:01:31 eklenmiş ve 2283 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net



Bi rastî jî êdî em bêjin çi bê feyde ye. Ji ber ku her tiştê em tînin ziman roj bi roj pêk tê û ev jî bandora metirsiyê dike nav mirov. Wek ku win jî dizanin li ser daxwaza Hukumeta AKP mafên parlamenteran wê were rakirin û her wiha ji bo vê jî 3 partiyên din destkariya hev dikin. Min gelek caran nivisand û behs kir ku wê di demek nêz da binçavkirin û girtinên siyasî pirtir bibin û diyare ku AKP dixwaze DBP were girtin.

Bala xwe bidinê ku di van operasyonê dawiyê da ji % 85 endamê rêvebiriya DBP hatin girtin. Herî dawî jî Serokê Giştî Kamuran Yuksek li Amedê li ser daxwaza dozger hate binçavkirin. Dozger ji bo daxuyaniyê Kamuran Yuksek ev biryar da bû û bi aweyekî awerte êrîş li ser navenda DBP û mala Kamuran Yuksek kirin. Di lêgerîna DBP û mala Kamuran Yuksek da tiştek bi dest nexistin lê pirtûk û wêneyek birine. Yanî tu tiştek ku jê guman were kirin bi dest nexistin. Bi rastî jî gelek balkêş e ku Serokê Giştiyê partiyek heger nikaribe di daxuyaniyê da nêrînê xwe bîne ziman wê çawa û li kur nêrînê xwe parvebike?

Ji xwe van operasyonê ku li Bakûrê Kurdistan pêk tên bi giştî biryarên siyasî ne. Heger biryarên siyasî nebin çawa ku Serokê Giştiyê partiyekî bi vê rewşê were binçavkirin. Bala xwe bidinê ku rojnamevan roj bi roj tên girtin û êdî hejmara kesên ku agahiyên zelal bi raya giştî re parvebikin kêm bûn. Armanca Hukumeta AKP jî ji xwe ev e.

Li Turkiye tu kesek nikare li hemberê daxwazên Serokkomar Erdogan bisekine. Ne parlementer ne jî serokwezîr. Wek ku win jî dişopînin Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî li ser daxwaz û biryara Erdogan ji karên xwe dûr ket û destkişana xwe da. Heger ku Erdogan rêhevalên xwe jî bi rewşek awerte di de dûrxistin êdî win bizanibin ku li Turkiye mafên demokrasiyê nema ye. Li gor qanûna esasî ew tiştê ku Erdogan dike sûc e. Lê mixabin ne gozger ne jî tu kesekî din behsa vê sûcê nakin.

Ji aliyekî din jî siyasetmedarê ku bi “ji her tişt re na” tê nasîn Devlet Bahçelî di dema 7’e Hezîranê da ji bo koalîsyona AKP di got na lê di vê demê da piştevaniya AKP dike û her wiha dibê ku em amadene ku bêpirs piştevaniyê jî bikin. Yanî Dewlet Bahçelî dibê ku dema babet Kurd bin em bê pirs û bê sewal alîkariya AKP dikin. Ev siyasetek wisan balkêş e li Turkiye.

Serokkomar Erdogan dema Serokwezîr Ahmet Davutoglu destkişana eşkere kir ji bo Yekîtiya Evropa demildest daxuyanî da û got ku ne pêwiste em di rêya we da werin. Win li rêya xwe em li rêya xwe. Balkêş e ku ji bo ew pereyên ku Yekîtiya Evropa wê bi de Turkiye ji bo penaberan Erdogan ji bo wê jî dibê “de bi lez bidin, heger win nadin em jî çareseriya penaberan pêk nayînin.” Bi rastî tê xuyakirin ku rewşa Turkiye her ku diçe xirab dibe û rojên reş li pêşiya siyaseta Turkiye ye.

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
SPOR
SİYASET
EĞİTİM
DÜNYA