antalya escort
türkçe porno anadolu yakası escort

Yekbûna Kurda û siyaset


Bu makale 2016-05-26 07:59:03 eklenmiş ve 2369 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net



Ji bo Rojava gelek caran min di nivisên xwe da behs kir ku pêwiste Kurd li Sûriyê xwediyê mafên xwe bin. Yanî wek ku win jî dizanin di dema parastina Kobanê da rewş xirab bû û her wiha çavê hemû cîhanê li Kurda bû. Ê ku gotin “Kobanê hat ket û hat ket “ li hemberê welatên hevpeyman bûn dostên Kobanê û gotin “em silavên xwe ji Kobanê re dişînin”

Mixabin îro dûbare rewşa guherî ye û hemû cîranên Kurda dijminantiya Kurda dikin. Di ajansên Turkiye da zimandirêjiyek mezin li ser YPG û PYD heye. Bi rastî bi qasê ku li ser YPG zimandirêjiyê dikin ewqas li ser DAIŞ zimandirêjiyê nakin! Ev jî di de xuyakirin ku polîtiqayan Turkiye bi kîjan rengê ye. Di her axaftinê Serokkomar Erdogan da dibêj ku PYD terorist e. Li hemberê wê Amrîka jî dibêj Kurd dostên me ne û her wiha PYD û YPG jî hevkarên me ne. Lê mixabin ji bo na serxwebûna Rojava hem Amrîka hem jî Yekîtiya Avrûpa mixabin dirû dileyîzin. Yanî heta niha bi fermî tu kes negotiye ku Kurd di biryarên xwe da rizgarin û xwediyê axa xwe ne. Ev jî wek gumanek mezin di heşê mirov da dimîne.

Kurd beriya Cereblûsê êrîşê Raka yê dikin. Belê raste ev biryara Kurda nine lê pêwiste ku Kurd jî pêşeroja xwe bifikirin. Yanî beriya Cerablûs heger Raka têk biçe wê demê welatiyên hevpeyman dikarin bêjin ku bila Kurd serxwebûna xwe îlan nekin. Yanî di bin kontrola Esad an jî yekî wek wî da bimînin.

Ez dixwazim ku di vê nivisê da baldariya we bikşînim li ser mafên Kurd û Kurdistan. Belê rast e em hatine perçekirin û ji hev cûda bûne. Di sedsala 21’emîn da êdî tu kes behsa welat jî nake. Lê li hemberê cîhanê çima bi tenê Kurd xwediyê axa xwe ninin? Binêrin ku di demek nêz da wê sykes picot bi dawî bi be û her dewlet her hereket lê gor berjewendiyên xwe diaxifin. Di serî da jî desthilatdarên axa Kurdistan çavên xwe fîq kirine û nahêlên ku Kurd ji bo pêşeroja xwe bifikirin. Li Başûr, Bakûr û Rojava şerek dijwar berdewam dike û rêxistinên siyasî di van şerên gemar da mixabin ji bo pêşeroja Kurda û berjewendiyên Kurda nafikirin. Ne ku ew dijî Kurd û Kurdistan in lê mixabin di dema şer da her tişt têk diçe û tiştê herî girîng bi tenê di be şer.

Ji bo Kongreya Netewiya Kurdistan li her çar perçe her kes hişyar e lê mixabin siyaseta çar perçe ne li gor gel dimeşe. Di her hêzên siyasî da kêmasiyên mezin hene. Mafên partiyen wan ê siyasî beriya mafên Kurd û Kurdistan tên. Ji ber wê jî êdî pêwiste ku li axa Kurda siyaset were guherandin. Bi rastî li gor fikrê min ji bo Kurda di vê demê da partiyên siyasî ne pêwist e. Ê herî pêwist yekbûniya Kurda ye. Li Başûr, Bakûr û Rojava û her wiha li Rojhilat êdî dem dema yekbûna Kurd ye. Ji bîr mekin ku bi sed salane gelê Kurd çav li rê ye. 

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
SPOR
SİYASET
EĞİTİM
DÜNYA