türkçe porno anadolu yakası escort

Di salek da çi hat serê me?


Bu makale 2016-06-09 10:00:43 eklenmiş ve 2511 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net



Piştê 7’ê Hezîranê salek derbas bû lê mixabin di vê salê da Turkiye bi qasê 20 salan bi paşve çû. Hem li ser rewşa aborî hem li ser rewşa siyasî têkilatiyên Turkiye bi giştî qut bûn. Ji xwe şerê di navxwe da Turkiye tar û mar bû. Balkêş e ku beriya 7’ê Hezîranê Turkiye ber bi rizgarî û demokrasiyê ve diçû lê mixabin di salek da herî tişt ber bi xeletiyek mezin ve çû. Serokkomar Erdogan ji bo 7’ê Hezîranê got ku ez qebûl nakim û pêwiste helbijartin were dubarekirin. Wek daxwaza wî çêbû û helbijartin hate dubarekirin. Bi rastî encama dubarekirina helbijartinê li gor dilê Erdogan bû. Lê mixabin bi giştiyê Turkiye ket nav tariyê û her roj şer û pêvçûn pirtir bûn.

 

Wek ku win jî dizanin li Bakûrê Kurdistan şerek gemar destpêkir û her carê li navçeyek ew şerê qirêj berdewam kir. Bi rastî jî di vê şerê gemar da tu kes nizane ku daxwazên wan çine. Yanî ne dewlet ne jî PKK rast e rast agahiyan bi gel re parvenekir. Bi aweyekî awerte şer destpêkir û her roj kuştina sivîlan hate pêşkeşkirin di nûçeyan da. Di salekî da gelek welatiyên sivîl hatin kuştin û her wiha gelek tîmên taybet û polîs û endamên YPS jiyana xwe ji dest dan. Hejmara rastî heta vê rojê jî nehatiye parvekirin. Lê mixabin ew bajar û navçeyên ku hatiye wêrankirin li ber çave û hê jî wêrankirin berdewam dike.

 

Ji bo tinekirina mafên parlamenteriyê ji aliyê meclîsa Turkiye biryarek hate sendin û her wiha di serî da parlamenterên HDP wê bê mafên parizbendiyê bimînin. Xuya dike ku ev armanca Serokkomar Erdogan bû. Balkêş e ku Serokkomar Erdogan tam piştê salek yanî di 7’ê Hezîranê da destdayîna parzibendiyê îmze kir. Yanî wek ku hesabê helbijartina 7’ê Hezîranê bi vê aweyê hate pirsîn. Wek ku win jî dizanin Serokkomar Erdogan bi rojane ew biryar îmzenekiribû lê mixabin roja salvegera 7’ê Hezîranê ew biryar hate qebulkirin. Diyare ku Erdogan dixwast bi vê rojê peyamek bi de rayagiştî û partiyên siyasî.

 

Heger wek kronolojîk were nivisandin ji 7’ê Hezîran a 2015’an virde gelek tiştên balkêş û qeyran hatine holê. Yanî di dîroka Turkiye da bi rastî jî wê di pêşerojê da herî tiştê ku li ser were niqaşkirin jî ev dem e. Çawa ji aşitiyek mayînde vegeriyan şer û çawa ji mafên mirovahiyê derbasê tundîtijiyê bûn wê hemû li zanîngeha û kesên lêkolînvan re were nîqaşkirin. Çawa ku em niha di dîrokê da niqaşê mezin dikin wê di pêşerojê da jî wisan be. Ez bawerim wê gelek kes me hemûyan rexne bikin. Wê bêjin ku we çima destûr da rewş were vê holê. Ji bo çi qeyrana siyasî derket û her dû alî bi hev re şerê gemar berdewamkirin? Ez û gelek kesê wek min ji niha da bersiva vê pirsê lêkolîn dikin. Yanî ji bo ku em bizanibin ji bo çi bû! Her roj kuştin û talankirin heye li vê welatê û mixabin êdî her der bûye agir û pêt. Tu kes nikare bêje ku ew agir nagihîje min. Rast e di be ku win neşewitin lê pêşeroja we şewitî. Pêwiste ku win jî di vê haydariyê da bin. Biratî û wekhevî ji bo hemûkesan xuyadikir lê mixabin niha gelek dûr e û tu kes nabîne êdî…

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
SPOR
SİYASET
EĞİTİM
DÜNYA