antalya escort
türkçe porno anadolu yakası escort

Dem dema yekîtiyê ye


Bu makale 2016-06-16 02:30:33 eklenmiş ve 2558 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net

 

Bi sala ne Kurd behsa yekîtiyê dikin lê mixabin ew xeyalê Kurda heta îro negihîşte armanca xwe. Ji ber ku Kurd di axa xwe da di bin kontrola dewletê din da dijîn. Bi rastî ne bi tenê ev e pirsgirêk. Wek ku win jî baş dizanin siyaset û siyasetmedarên Kurd li 4 perçeyên Kurdistan rêberiya gelên xwe baş pêk neanîne. Mixabin li çar perçeyan cûda siyaset didome û ev siyaseta cûda ne li gorî berjewindiyên Kurd û Kurdistan e.

 

Li gor nêrînê min yê herî girîng ewe ku; beriya fikrê siyasî û partiyî pêwiste ku her Kurd bi Kurdbûyîna xwe û ji bo axa xwe xizmet bike. Tu cûdatiya Kurdên Başûr û Bakûr ji hev tine, her wiha ê Rojava û Rojhilat jî. Ji ber wê her kes, her rêxistin û hereket beriya berjewendiyên fikrên xwe yê siyasî fikrê netewbûyînê bi kar bîne. Heger Başûr azad nebe Bakûr azad nabe. Rojava rizgar nebe Rojhilat rizgar nabe. Bi vê rengê û bi vê baweriyê kar û xebatên xwe pêk bînin.

 

Sed sale ku Kurd daxwaza mafên xwe yê mirovahiyê dikin. Mixabin di dawiya sedsalê da Kurd piçek gihîştin armancên xwe. Lê mixabin ji ber ku Kurdistan 4 perçeye û têkilatiyên siyasî di bin fikrê şexsiyet û partiyan da ye gelê Kurd bindest maye. Bala xwe bidinê ku di serê 3 salan da ye hem li Başûr hem li Rojava hem jî li Bakûr şerek dijwar heye li ser serê Kurdan. Li 3 perçeyên Kurdistan xwîna gel diherike û mixabin em bi giştî matmayî temaşe dikin. Pêwiste ku her Kurd nerazîbûniyên xwe bîne ziman. Bê partî û bê siyaset. Bi hêzek netewperest.

 

 

Wek ku win jî dizanin li Rojava gelê Kurd ber bi rizgariya xwe ve diçe. Di 2014’an da Kobanê ber bi ketinê diçû niha Minbîç jî dikeve destê gelên hevpeyman û mafên gelê Kurd wê were parastin. Bala xwe bidinê ku li Başûrê Kurdistan jî gavên siyasî tên avêtin û ev gavavêtin ji bo pêşeroja Kurd û Kurdistan gelek girînge. Di navbera Yekîtî û Goran da hevpeyman hat çêkirin û di van rojên dawiyê da jî YNK û Goran ji bo Azadiya Kurdistan piştevaniya PDK kirin. Bi rastî jî bi vê tifaqê wek Kurdek bakûrî gelek kêfxweş bûm. Wek ku min di serî da jî anî ziman ji bo min ê herî girîng mafên gelê Kurd e. Beriya her tişt parastina mafên gelê me pêwiste. Fikrên siyasî û hizbayetî tiştek cûda ye û di pêşeroja jiyanê da dibe ku were guherandin. Lê mixabin di guhertina sedsala axa me da êdî guhertin zehmet e û pêwiste di guhertina herî dawî da Kurd xwediyê mafên xwe bin. Ji ber wê jî her kes li gor xwe li her çar perçeyên Kurdistan di serî da li mala xwe û derdora xwe behsa yekîtî û tifaqê bike. Partiyên siyasî bila ji bo me yekem nebin, ê yekem mafên gelê me û netewbûyîna me be. Ji bîr nekin ku Cegerxwîn gotinek xweş anîbû ziman. “Heger em nebin yek, emê biçin yek bi yek” 

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
Kadına Şiddet
Anayasa Haberleri
Trafik Kazaları
Yerel Seçimler
SPOR
Galatasaray
Fenerbahçe
Basketbol Haberleri
Şampiyonlar Ligi
SİYASET
Recep T. Erdoğan
Devlet Bahçeli
Kemal Kılıçdaroğlu
AKP Haberleri
EĞİTİM
Eğitim Haberleri
Eğitim Bakanlığı
A.Ö.L.
Eğitim Portalı
DÜNYA
GSS Borç Sorgulama
Avrupa Haberleri
Amerika Gündemi
Suriye İç Savaş
Arıkan Meselesi