antalya escort
türkçe porno anadolu yakası escort

Rojnamevan û dadgehkirin


Bu makale 2016-06-23 02:19:48 eklenmiş ve 1993 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net

 

Di salê 2015 û 2016’an da li Turkiye êrîşê zordestî li ser rojnamevana pêk hat û berdewam dike. Mixabin her roj pirtirîn êrîş li ser kar û xebatê rojnamegeriyê heye. Di serî da Serokkomar Erdogan û Hukumeta AKP naxwazin ku rojnamevan li hemberî wan karê xwe pêk bînin. Ew kesên ku di bin kontrolê wan da ne ji xwe êdî ew rojnamevan ninin. Belê raste dişibin rojnamevana lê mixabin karê ku dikin rojnamevanî nine. Her wiha di heman demê da ew kesên ku neketibin kontrola AKP pirtîrin jî li Bakûrê Kurdistan têne astengkirin. Gelek rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Mixabin ê ku hatin kuştin û sirgûnkirin jî cûda ne. Balkêşe ku li her aliyê Turkiye rojnamevanê ku kar û barê xwe pêk tînin li ber çavên hêzên ewlehî wek dijmîn tên xuyakirin û di bin êrîşê wan da dimînin.

 

Ji bo piştevaniya rojnameya Ozgur Gundem gelek kes wek nobedar rojek alîkariyê kirin. Mixabin ew kesên ku bûn alîkar ji aliyê dozger û dadgeha hatin sûcdarkirin. Herî dawî jî mixabin 3 kesên ku li Turkiye di karê rojnamevaniyê da navdar in hatin binçavkirin û dadgeh biryara wan a girtinê da. Bi rastî ev biryara dadgehê ji bo pêşeroja Turkiye lekeyek rûreşiyê ye. Yanî êdî mirova baş dizane ku li Turkiye demokrasî têk çûye. Dadgeh û dozger bi kîjan armancê ev biryaran didin bi rastî win jî baş dizanin.

 

Karê rojnamevanî karek pîroz e û her wiha ji bo gel e. Yanî ne ji bo kesekî dewlemend û siyasetmedar e. Her rojname bi baweriya ku rastiyê bigihîjîne gel bi rê dikeve. Raste rojname û rojnamevan bê nêrînê siyasî nameşin lê mibin li Turkiye pirsgirêk ev nîne. Gelek kes hene ku bes navê wan rojnamevan e lê mixabin karê ku ew dikin dijî rojnamevaniyê ye. Lê ew serdest in û bi piştgirî ne. Hukumet bi aboriyê û parastinê piştevaniya wan dike û pirtirîn wan derdixe pêş. Gelek rojnamevan hene ku li ser bûyerekê ne li ew der bin jî dinivîsin û wek ku xwe li wê derê nîşandidin. Ev jî dirûtiya wan e. Mixabin gelek rojnameyê ku bêwatene bi vê halê dixebitin. Û dûbare mixabin di pêşwazîkirina dewletê da ew her dem li pêş in.

 

Hemû cîhan dizane ku li Turkiye karê rojnamevaniyê êdî têk çûye. Ji ber ku dewlet rojnamevana asteng dike û wan dişîne girtîgeha. Bala xwe bidinê ku li Riha û Antebê gelek rojnamevanê ku rewşa Suriyê dişopînin ji aliyê DAIŞ hatin qetilkirin û mixabin dewlet tu bersivek li hemberê van êrîşa neda! Yanî endamê DAIŞ hatin Riha û Antabê û rojnamevana qetilkirin û çûn lê ne MİT ne jî hêzên emnî agahdar nebûn û pêşlênebiriyan. Yanî ev jî rûreşiyek cûda ye ji bo Turkiye!

 

 

Li gor nêrînê min wê li Turkiye di van rojê pêşiya me da pirtirin êrîş li ser rojnamevana berdewam bike û mixabin gelek rojnamevan werin asteng kirin. Di be ku ji van rojnamevana yek jî ez bin. Mixabin demek dirêj e kargeriyên fermî û kesên girêdayê Hukumeta AKP ji min û nivisê min aciz bûne. Ji ber wê naxwazin ku ez binivîsim. Heger min tiştek bêhiqûqî nivisandibûya ji xwe heta niha wê min jî bigirtanan. Lê dizanim ku ji bo girtinê nepêwiste ku bêhiqûqî bikî, ji xwe karê rojnamevaniyê li ber çavê wan dijminantiya wan e. Ji ber vê sedemê naxwazin ku rojnamevan karên xwe bikin. Bi hêviya parastina heq û mafên gelan û rojnamevanan ez bi nivisekê xwe jî gihîştim we.  Silav û rêz

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
Kadına Şiddet
Anayasa Haberleri
Trafik Kazaları
Yerel Seçimler
SPOR
Galatasaray
Fenerbahçe
Basketbol Haberleri
Şampiyonlar Ligi
SİYASET
Recep T. Erdoğan
Devlet Bahçeli
Kemal Kılıçdaroğlu
AKP Haberleri
EĞİTİM
Eğitim Haberleri
Eğitim Bakanlığı
A.Ö.L.
Eğitim Portalı
DÜNYA
GSS Borç Sorgulama
Avrupa Haberleri
Amerika Gündemi
Suriye İç Savaş
Arıkan Meselesi