türkçe porno anadolu yakası escort

Şerê gemar û talankirina xweza


Bu makale 2016-06-30 02:13:21 eklenmiş ve 1923 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net

 

Li Turkiye şerek gemar heye û mixabin her roj pirtirîn gemar dibe ev şerê bêwate! Li Bakûrê Kurdistan piştê ku bajar û navçe hatin wêrankirin di operasyonê dawiyê da hate xuyakirin ku vê carê dora daristana ye.

 

Li navçeyên Amedê Licê, Hezro, Pasûr, Karaz, Pîran û Hênê û her wiha Çewlik û Mûş jî di navbera operasyonên çekdarî da ma. 8 hezar polîs û tîmên taybet beşdarê vê operasyonê bûn. Bi rastî hejmara korîciya ne dîyar e ku çend kesin. Piştê ku li ew heraman operasyon destpêkir her roj frokên şer dar û devivan bombardûna kir û mixabin di wan bombardûmankirina da daristan jî hatin şewitandin.

 

Li gor nêrînê hêzên emnî daristan ji bo wan astengiyek mezin e. Ji ber ku bi salane endamê PKK li nav wan daristana û çiyayan dijîn. Her wiha balkêşe ku hêzên emnî di seriya 8 hezar kesan da operasyon destpêkir û bi maşîneyên zirxî jî ev operasyon hatin parastin lê dîsa jî endamê PKK êrîşê wan kirin û li gor zaniyariyên ku bi fermî hatine parvekirin bi tevahî 6 polîs û tîm hatine kuştin. Yanî her çiqas hejmara beşdarvanê operasyonê zêde be jî ji her dû aliyan jî endam tên kuştin. Bi rastî ev çareserî nine. Tu car jî nebûye çareserî.

 

Mixabin di van operasyona da gelek gund û mehleyên navçeyan hatin talankirin. Wek ku li gundê Hezro Helhelê û Dirxûstê bi qasê 12 malan hatin wêrankirin. Ji xwe bax û bostanê welatiyan ku hate şewitandin ew êdî nayê hesibandin. Mixabin agahiyên gemar li ser vê babedê jî têne parvekirin. Hêzên emnî û Waliyê Amedê parvedike û dibêje ku me bostanê tiryakan şewitandiye. Wekî din me daristana neşewitandiye. Lê mixabin welatiyên sivîl jî tînin ziman ku bostanên wan û gundên wan hatine şewitandin. Bi rastî heta mirov bi çavên xwe nebîne êdî nûkare ji înternet û ragihandinê bawer bike. Ji ber ku agahiyên çewt têne parvekirin. Lê gelek balkêşe ku di dema şewitandina bostanek tiryak da jerdewanên Tirk ji fermandarê xwe re dibêje “Komutanım bunlar bizim..”  Bi rastî jî ew dîmen gelek balkêş bû ku jerdewan di destê wî da şaxê tiryak û wisan dibêje. Yanî tê wê wateyê ku bostanê fermandarê jerdewana jî heye gelo? Li ser vê babedê bi salane gelek tişt tên gotin. Heta ku di demên bûrî da fermandarek jerdewana ji karên xwe hate qewirandin.

 

Ez dixwazim bêjim ku ew 8 hezar polîs û tîmên taybet ne ji bo desteserkirina bostanê tiryaka çûne ew herêman. Li gor zaniyariyên ku hatine parvekirin ew hêzên emnî ji bo operasyonên leşkerî li wê derê ne û her wiha ev operasyon berdewamkirina operasyonê Bakûrê Kurdistan e. Yanî çima ewqas agahiyên gemar têne parvekirin bi rastî jî gelek balkêş e. 

 

 

Ew daristanên ku tên şewitandin li Bakûrê Kurdistan li ser raya giştî bandora xwe dike. Her wiha di heman demê da li bajarê Turkiye jî daristan bi awayekî xwezayî an jî sabotaj hat şewitandin. Êdî asayî be an jî sabotaj be qet ferq nake ji bo raya giştî. Ji ber ku di heman demê da bû. Hinek kes dikarin bêjin edeleta Xwedê, hinek kes dikarin bêjin tolhildan. Lê mixabin her çi dibe bila bi be ji bo pêşeroja gelan û xwezayê ev tiştek baş nine. Pêwiste ku xweza neyê talankirin. Heger xweza têk biçe wê her tişt têk biçe. Wek ku jiyan têk diçe. Ji ber wê ê girîng ewe ku demildest van operasyona bi dawî bibin û êdî daristan neyên talankirin.   

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
Kadına Şiddet
Anayasa Haberleri
Trafik Kazaları
Yerel Seçimler
SPOR
Galatasaray
Fenerbahçe
Basketbol Haberleri
Şampiyonlar Ligi
SİYASET
Recep T. Erdoğan
Devlet Bahçeli
Kemal Kılıçdaroğlu
AKP Haberleri
EĞİTİM
Eğitim Haberleri
Eğitim Bakanlığı
A.Ö.L.
Eğitim Portalı
DÜNYA
Avrupa Haberleri
Amerika Gündemi
Suriye İç Savaş
Arıkan Meselesi