türkçe porno anadolu yakası escort

Alê bi zorê hildidin


Bu makale 2016-07-13 22:30:47 eklenmiş ve 2016 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net


Serokwezîrê Turkiye Binalî Yildirim dibê ku bila partiyên siyasî ê muhalefetê biçin bajarê Kurda û li wan dera navendên partiyên xwe vebikin û ala Turkiye li ser çiyayê Cudî hildin. Bi rastî ev gotin polîtîqaya Hukumeta AKP nîşan di de. Ji xwe serê 10 meha ye ku hêzên we li her bajar, li her navçe û li her kolan ala we hildane û li ew cîhên ku hatine wêrankirin jî li ser avahiyên ku hatine xirabkirin ala we heye. Ma ev ne besê we ye? Hun dixwazin ku li ser çiyayê Cudî jî ala we hebe? An win dixwazin ku gelê Kurd bindestê we be?

Wek ku win jî dizanin gelê Kurd ji bo ala we bêhêziyê nekiriye û tu car jî nake. Lê mixabin 100 sale ku her dem zilma li ser Kurda bi rengê alê hatiye kirin û her dem ew al di çavê Kurda da ma ye! Bala xwe bidinê ku hê jî li Sûrê û Cizîrê ew al wek sembola operasyona hatiye nîşandan. Yanî ya rastî ev nine. Gelê Kurd heger dijminê we bûya û ev ax welatek din bûya wê demê hildana ala we bi wate bû. Lê mixabin mirov ji gelê xwe re wek serkeftiyê ew ala bilind nake. An jî bi al gel tore (aciz) nake.

Çima Serokwezîr Bînalî Yildirim nabê bila werin li derdorê Cûdî lêkolînê mafên mirovan bikin? Çima nabê bila werin li van gundan birîna derman bikin? Çima nabê bila werin destê biratiyê dirêj bikin? Bes axaftina wî ji bo hildana ala wan e? Yanî bi van axaftin û kirinê xwe hukumet jî di de xuyakirin ku ev der cîhek cûda ye. Ne Turkiye ye! Mixabin ji xwe 100 sale ku bi vê rengê û bi vê nêrînê li Kurda û axa Kurda nêrtine.

Bala xwe bidinê ku hê jî ew bajar û navçeyên ku operasyon bi dawî bûn mixabin hê jî qedexe ye! Ji xwe Sûr bi giştî hate wêrankirin, Cizîr û Silopiya û Gever û Nisêbin û Şemzînan jî bi vê rengê. Komeleya Mafên Mirovan ê Avrupa raportek parvekir û got ku Turkiye destûr nade ku lêkolînên zelal werin kirin. Yanî astengiyek mezin derdixe û li ew cîhên wêrankirî delîl a winda dikin. Di dîroka Kurda da mixabin her dem kuştin û qetlîam çêbûne. Car caran li Helebçe, car caran li Bakûr! Ya yerî balkêş jî ewe ku mixabin Kurd hê jî nebûne yek û bi rastî yekîtiya Kurda jî gelek dûr e.

Bi vê rewşa gemar û tarî Kurd li pêşeroja xwe digerin lê mixabin siyaseta Kurda li 4 perçe wisan cûda bûye ku Kurd ji Kurd re dijminantiyê dike. Ji ber wê jî her dem Kurd belengaz e û bajarên Kurda wêrankirî ye. Hişyar bin û êdî destûr nedin ku tu kes mafên we binpê bikin. Mafên mirovahiyê mafên cîhanî ye. Ji bo Kurda niha siyaset nepêwiste lê ya pêwist tifaq û yekîtî ye.

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
SPOR
SİYASET
EĞİTİM
DÜNYA