antalya escort
türkçe porno anadolu yakası escort

Ceribandina desthilatdarî


Bu makale 2016-07-20 23:35:40 eklenmiş ve 1882 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net

 

 

Li Turkiye 15 Tîrmehê şevek dirêj û tarî bû. Ew kesên ku dixwastin hukumetê bixînin û Serokkomar desteser bikin bi aweyekî lezgînî biryara darbeyê dan. Bi rastî ev biryar bi lez bû an dereng mabû li gor rewş û nêrîna cûda ye. Her wiha ew kesên ku ceribandina destserdayîna dewletê dikirin dizanibûn ku ji bo wan êdî demên dawî ye. Her wiha ew jî di nav xwe da îstîhbarat girtibûn û dizanibûn ku wê hukumet wan binçav bike.

 

Balkêşe ku MİT’a Turkiye jî dizanibû ku wê ceribandinek wisan pêk were lê li gor bûyerê MİT agahdariya di demên xwe da neda ye Serokkomar û Hukumeta AKP. Ev jî gûmanek mezin e ku çima tiştek wisan kiriiye? Bi rastî heta niha bersiva vê gûmanê nehatiye danîn û her wiha MİT di bin tometê da dimîne. Gelo têkilatiya MİT’ê jî di vê ceribandina darbeyê da hebû an na? Niha gelek kes pirsên wisan dikin.

 

Ceribandina darbeyê bi dawî bû û her wiha ew kesên ku vê tiştê ceribandin bi tevahî hatin binçavkirin. Ne bi tenê binçavkirin bi awayekî eşkere li wan îşkence jî hate kirin. Ji xwe di wêne û dîmena da ev xûya ye. Ê herî balkêş ewe ku Hukumeta AKP ev bûyera ceribandina darbeyê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne. Bala xwe bidinê ku gelek kesên di rêvebiriya dewletê da hatin desteserkirin û ji karên xwe hatin dûrxistin. Bi hezaran dadger û dozger, hêzên emnî û supayî, endamê parlamentoyê û walî û cîgirê wan, her wiha deqanê zanîngeha û endamê sereteya perwerdehiyê… Bi rastî ev lîste her roj pirtir dirêj dibe û mirov baş dibîne ku AKP her tişt li gor berjewindiyên xwe bi kar tîne. Yanî ew kesên ku di vê ceribandina darbeyê da cîh negirtin jî hatin girtin û rûreşkirin.

 

Bûyer û domandina bûyera ne bi tenê ewqas e. Wek ku win jî baş dizanin Serokkomar Erdogan û Hukumeta AKP bangawaziya gel kiribû û bi rojan gel li qada û kolana bi navê parastina demokrasiyê metirsiyek mezin kirin nav gel. Her wiha ev metirsî li mehleyên Alewiyan û Kurdan pirtir hate hîs kirin. Ji ber ku ew kesên li kolana bangawaziya şeriatê dikirin û her wiha dixwastin êrîşê Alewiyan û Kurda bikin. Yanî derketina wana kolana pirtirîn bi vê rengê berdewam kir.

 

Ji bo siyaset û pêşeroja Turkiye ev ceribandinê darbe û piştê ceribandinê li kolana bangawaziya şeriatê bêwate ninin. Li dervayê Turkiye êdî çi dost nemaye. Her welat û cîran bi aweyekî hatin dûrxistin. Bi rastî ev jî ji bo Turkiye tiştek xirab e. Serokkomar Erdogan dibê ku; heger parlamento daxwaza îdamê bike ezê jê bipejirînim. Yanî tê wê wateyê ku Erdogan dixwaze li Turkiye êdî îdam jî hebe. Bi rastî ev ji bo metirsiya nav gelan e. Her wiha pirtirîn kontrolkirina gelan asan dibe.

 

 

Wek ku Serokkomar Erdogan jî tîne ziman rîsk a darbeyê hê jî bi dawî nebû ye. Êdî li Turkiye her roj gûmanê ceribandina darbeyê heye. Mixabin pirtirîn pêwistî bi demokrasiyê heye lê diyare ku AKP ji demokrasiyê dûr dikeve û şeriatê dixwaze. 

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
Kadına Şiddet
Anayasa Haberleri
Trafik Kazaları
Yerel Seçimler
SPOR
Galatasaray
Fenerbahçe
Basketbol Haberleri
Şampiyonlar Ligi
SİYASET
Recep T. Erdoğan
Devlet Bahçeli
Kemal Kılıçdaroğlu
AKP Haberleri
EĞİTİM
Eğitim Haberleri
Eğitim Bakanlığı
A.Ö.L.
Eğitim Portalı
DÜNYA
GSS Borç Sorgulama
Avrupa Haberleri
Amerika Gündemi
Suriye İç Savaş
Arıkan Meselesi