türkçe porno anadolu yakası escort

Êrîşa Qamişlo kêmasiya parastinê ye


Bu makale 2016-07-27 17:07:36 eklenmiş ve 1913 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net

 

Li Rojavayê Kurdistan mixabin îstîxbarata me kêm e. Bala xwe bidinê ku li Qamoşlu ew êrîşa ku pêk hat di de xuyakirin ku gelek kêmasiyên me yên parastinê hene.  Beriya salek jî li Kobanê Daiş êrîşê sivilan kiribû û gelek welatiyên sivîl hatibûn kuştin. Bi rastî di dema şerê Kobanê da jî ewqas welatî nehatibûn kuştin. Wê demê jî min nivisand û got ku; pêwiste parastina me li ser îstîxbaratê jî hebe. Ne bi tenê ku parastina çekdarî û lehengî.

 

Binirên ku Daiş li Qamişlo li cîhek navendî êrîşek wisan pêk tîne û mixabin gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest didin û her wiha gelek kes jî birîndar dibin. Ev dide xuyakirin ku em di karê parastina sivîl da dikevin kêmasiyên mezin. Çawa ku li cîhek wisan ew dikarin vê êrîşê pêk bînin. Ma Daiş di nav ewqas hêzên ewlehî da çawa derbas dibe û tiştek wisan dike? Heger ku li cîhê kargeriya YPG û her wiha rêvebiriya kantonê ev bûyer çêdibe wê demê di be ku li her kolan û qad jî ev tişt pêk werin!

 

Pêwiste ku di her êrîş da parastina ewlehî jî xwe pêş bixe û careke din xeletiyên wisan nekin. Ji ber ku ev êrîşên hovane ne bi tenê li ser kesên leşkerî ye. Wek ku win jî dizanin ji bo bandora metirsiya nav gel e. Di van êrîşan da armanc ewe ku bi gel bidin hîskirin ku ew nikaribin li çi cîh bi asanî bigerin.  Qamişlo ji bo Rojava girînge û demek dirêje ku rêvebiriya ewlehî jî li wê derê bi cîh bûye. Mixabin êrîşên wisan ku pêk tên mirov dike bin gumanê ku gelo wê vê carê li kur teqîn pêk were. Mixabin ev derûniyek xirab e. Ji xwe armanca Daiş’ê jî eve ku derûniya welatiyan xirab bi be.

 

Bi aweyekî organîze endamê Daiş wê kamyon û gelek tişten bînin nav bajar û bûyerek wisan çêbibe lê mixabin îstîxbarat wê agahdar nebe. Bi rastî jî tiştên wisan nayên qebûlkirin. Ji ber ku jiyana welatiyan têk dîçe û her wiha ev êrîş bandora metirsiyê li ser welatiyan çêdike. Raste em xemgînin û gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dane lê mixabin ji bo ku ev bûyer careke din dûbare nebe pêwiste ku em parastina xwe bi awekî profesyonel pêk bînin. Daiş êdî têk çûye û li axa Kurdistan nikare êrîşê çekdarî bike. Lê bi van êrîşan dixwaze ku li ser gelê me bandora xwe bidomîne.

 

 

YPG an jî rêvebiriya Kantonê di vê bûyerê da çima agahdar nebûye? Çima parastina xwe pêk neaniye? Çawa kamyonek wisan mezin û bi bombe barkirî bê ewlehî derbas dibe? Bi rastî van pirsan gelek dûvedirêj dibin lê ya herî baştir ewe ku ji bo ku dûbare nebe em xwe amade bikin. Şerê dijwar şerê derûniye û ev bûyerên wisan jî ji bo şelokirina rojevê ye. Ew welatiyên me ku jiyana xwe ji dest dan Xwedê wan afû bike. Hêviyên me ewe kû welatiyên me yên birîndar demildest werin dermankirin û parastin hesabê vê kêmasiyê bi de.

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
SPOR
SİYASET
EĞİTİM
DÜNYA