türkçe porno anadolu yakası escort

Ragihandin û rûreşî


Bu makale 2016-08-11 16:54:33 eklenmiş ve 1961 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net

 

Dirûtiya ragihandina Turkiye û rûreşiya wan êdî gihîşte asta herî bilind.  Bi rastî li Turkiye ragihandin mixabin di bin zordestiyek mezinda ye û her roj pirtirîn rojnamevan yan ji kar tên dûrxistin yan jî bindestiyê dipejirînin. Di van salên dawî da rojnamevaniya Turkiye her çiqas çû hate binpêkirin û mixabin ew kesên ku nerojnamevanin vê karê dikin.  Ji xwe xadiyên rojname û televîzyan bi tevahî bindestê hukumetê ne. Mixabin li welatekê heger rojnamevan azad nebin rayagiştî jî azad nine.

 

Bala xwe bidinê ku beriya çend mehan rojnameyên Turkiye ji bo Rusya digotin çi? Wê demê herkes li ser Rusya zimandirêjiyê dikir û manşetên xwe bi vê rengê çap dikirin. Di wê demê da partiyên muhalefetê ku bi şaşî du gotinan li ser Rusya bigotanan mixabin ji aliyê ragihandinê wek xayîn dihatin îlankirin. Bînin bîra xwe ku ji bo hevdîtina HDP û Rusya gelek rojnameyên Turkiye Selahattîn Demîrtaş wek xayîn îlankirin û bi aweyekî dijminantî li hemberê HDP zimandirêjiyê kirin.

 

Balkêşe ku îro ew rojname ji bo hevdîtina Serokkomar Erdogan û Putîn wek tiştek pîrozî behs dike. Yanî têkilatiyên bi Rusya re êdî xayînî nine, tiştek qehremanî ye. Ez nabêm ku bila hevdîtin pêk neyên, bila tu kes şaş fam neke. Lê ez dibêm ew ragihandinên Turkiye bila ewqas dirûtiya meke! Yanî beriya Erdogan ew kesên ku behsa Rusya dikir bi tevahî xayîn dihatin îlankirin.

 

Di siyasetê da tiştek herî baldar ewe ku her dem guherandina fikra û têkilatiya çêdibe. Yanî tiştê ku win îro bêjin reş e di be ku sibê win bêjin beş e. Ji ber wê siyasetmedar çi dikin bila bikin lê mixabin rojnamevan nikarin wek siyasetmedaran derewan bikin û rastiyan biguherînin. Mafên tu rojnamevan tineye ku rastiya ji rayagiştî weşêre û rayagiştî di bin bandora xwe da bihêle.

 

Bala xwe bidinê ku li Turkiye êdî 2 rojnamevanî heye. Ew kesên ku pey li heqîqetê digerin û mixabin ew kesên ku heqîqetê vedişêrin! Ji ber wê her ku roj diçe rojnamevaniya Turkiye dikeve rewşek xirabtir. Ne demokrasî ne jî hiqûq li ser vê babedê mixabin bi cîh nayê. Yanî ew kesên derewîn li ser texta dijîn û mixabin rojnamevanên li pey şopa heqîqetê pêl bi pêl tên binçavkirin, girtin û ji kar dûrxistin!

 

 Çawa ku îro li Turkiye qeyranek siyasî heye û partî û cemaatên di nav hev da êrîşê hev dikin mixabin wê di pêşerojê da ew rojnamevanê di bon kontrola partî û cemaatan da jî wê hembertiya hev bikin. Yanî dibe ku îro win bi manşetan xwe pak û asîl nîşanbidin lê ji bîr nekin ku 2 sal berê di navbera hukumet û cemeatan da jî rêhevaltî hebû. Niha bi tevahî ew kewan xayîn hatin îlankirin. Ji ber wê win karên xwe yanî rojnamevaniyê ji bo pere û tiştên derewîn gemar nekin. Wê roj were ew rojnameyên we bi xwe ji bo we manşetên xayînê binivîse. 

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
SPOR
SİYASET
EĞİTİM
DÜNYA