türkçe porno anadolu yakası escort

Di Cerablûs da armanca Turkiye


Bu makale 2016-08-25 17:00:53 eklenmiş ve 1717 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net

 

Operasyona Cerablûs careke din da nîşandan ku Turkiye ji bo cîrantiyê bi DAIŞ’ê raziye lê cîrantiya Kurda naxwaze. Di daxûyaniyên herî dawî ê Serokkomar Erdogan û Serozwezîr Bînalî Yildirim da her tişt eşkere bû. Dibên ku em naxwazin li Suriye heremek di destê Kurda da be. Bi rastî jî mirov mat mayî temaşe dike li van axaftina. Ji aliyê Kurda heta îro tu êrîşek bi ser axa Turkiye de pêk nehatiye û Kurd dijminantiya Tirka nakin. Lê mixabin ji serî heta nav gel her kes dijminantiya Kurda dike û her wiha destkeftinê Kurda naxwazin.

 

Bala xwe bidinê ku bi salane li Suriye aloziyek mezin heye di vê aloziyê da Turkiye payedarek mezin e. Bi dîmen û belgeyan eşkere bû ku dewleta Turkiye piştevaniya Artêşê Azad ê Sûrî dikin. Bi rastî ew piştevanî di demên bûrî da ji xwe pêk hatibû û herî dawî jî di vê operasyona Cerablûsê da carekedin eşkere bû. Ew çekdarê OSO û gelekê din hatin tomarkirin û ji bo ku Cerablûs bikeve binkontrola Turkiye her tişt hate kirin. Tiştê ku xuyadike operasyonek pêk hatiye lê bi rastî em nikarin bejin ku operasyonek çedarî ye. Ji ber ku di navbera DAIŞ û kesên din da şer pêk nehatiye.

 

Ê herî balkêş jî ewe ku navê operasyonê “Fırat kalkanı” yani mertala çemê Feradê hat danîn. Yanî bi vê navê jî her tişt zelale û armanca Hukumeta AKP ewe ku bi van operasyona hembertiya YPG bikin. Yanî naxwazin Kurd di axa xwe da bibin xwadê maf. Ê ku mirov matmayî dihêle ewe ku di axaftinê xwe da tînin ziman û dibêjin “em destûr nadin Kurd ji Kobanê bigihîjin Afrînê. Bi rastî nizanim çê bejim. Mirov dijminantiya cîranê xwe bi vê awayê nake. 2 sal zêdetire ku DAIŞ cîranê Turkiye ye lê çi car axaftinê wisan hişk û tehl û tirş nehatine kirin. Lê dema mijar dibin Kurd ew medê wan ê tehl û tirş xuya dike.

 

Wek ku win jî dizanin heger Amrîka û Rusya destûr nedin Turkiye nikare tiştek wisan bi serê xwe pêk bîne. Her wiha dewleta Tirk dixwaze ku li Cerablûs heremek di bin kontrola wan da hebe.  Bi vê kontrolê dixwazin ku destkeftiyê Kurda têk biçe. Ev ceribandina operasyona Cerablûs dawiya lîstoka Suriye nine. Em dikarin bêjin ku destpêke ji bo Turkiye. Wê di pêşerojê da pirtir xuya be ku çi li ser bêjingê ketiye. Amrîka û Rusya polîtîqayên xwe yên ji bo Rojava naguherînin û bila her kes baş bizanibe ku wê Kurd jî polîtîqayên xwe neguherînin. Yanî ev destpêka lîstokê ye û Hukumeta AKP armanca xwe eşkere kir. Gelo wê di pêşerojê da çi bibe emê bi hev re bişopînin.

 

Ji bo pêşeroja Kurda ê herî girîng ewe ku êdî yekbûniya xwe pêk bînin. Heger Kurd di vê pêvajoyê da nebin ye wê bi rastî jî têk biçin yek bi yek!

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
SPOR
SİYASET
EĞİTİM
DÜNYA