antalya escort
türkçe porno anadolu yakası escort

Siyaset ji gel re kêm dimîne


Bu makale 2016-09-07 17:26:01 eklenmiş ve 123133 kez görüntülenmiştir.
Ferat MEHMETOĞLU yaziyorum@ferat.net


Rêxistinên siyasî ê Bakûrê Kurdistan ji bo 31’ê meha Tebaxê gotin ku emê daxuyaniyek dîrokî bidin û her wiha ev daxuyanî wê di dîrokê da cîh bigre. Bi rastî ez jî wek gelek rojnamevana hêvîdar bûm ku daxuyaniyek dîrokî were dayîn. Li ser vê babedê jî em gelek car axifîn bi hevalên xwe yê rojnamevan re. Piştê ku ew daxuyanî hate dayîn û biryara çalakiya birçîbûyînê ji aliyê siyasetmedara hate dayîn em matmayî man. Ji ber ku daxwaza ev çalakiyê bes ji bo hevdîtin an jî agahiyek zelal ji rêberê PKK Abdullah Ocalan wergirin bû.

Wek gelek rojnamevana em li benda biryarên cûda bûn. Yanî piştê ku siyasetmedarên Kurd hatin astengkirin û her wiha di hevdîtinê hukumetê û muhalefetê da cîh nedan partiya Kurda çavê me li biryarek radîkal bû. Ji ber ku di agahdariyên ew daxuyaniyê da digotin wê biryarek dîrokî be. Yanî danasîna ew daxuyaniyê li ber çavên me û di fikrê me da hêviyên mezin çêkir.

Raste agahiyên zelal ku bi raya giştî re were parvekirin û tenduristiya Ocalan girînge. Her wiha piştê êrîşê 15 Tîrmehê ya zerûrî jî ewe ku zaniyarî bi raya giştî re werin parvekirin. Lê mixabin di demek qeyran û aloziyên siyasî da û tine hesibandina siyaseta Kurda da çavên gelê Kurd li biryarek dîrokî bû. Yanî ji bo pêşeroja jiyana Kurda û daxwazên Kurda ku bi cîh bibin her kes dixwast ku biryarek bir girseyî were danandin.

Wek ku win jî dişopînin Hukumeta AKP li ser vê çalakiyê heta niha tu bersiv nedaye û diyare ku wê demek dirêj bersiv nede jî. Ji 50 kesên siyasetmedarê çalakvan 7 kes parlamenter in. Di van rojên ku parlamenter û partiyên Kurda tine tên hesibandin bi rastî ev girînge. Lê mixabin li hemberê van çalakiya Hukumeta AKP jî polîtiqayên xwe yê tûj amade dike. Her wiha Serokwezîr Bînalî Yildirim li Amedê got ku wê 14 hezar mamoste ji karên xwe werin dûrxistin an jî werin binçavkirin. Bi rastî ev jî ji bo çalakiyek girseyî bes bû. Dema AKP, MHP û CHP hevdîtina pêk anîn û HDP tine hesibandin ew babed jî ji bo çalakiyek dîrokî mînakek bû. Dema Hevserokê DBP Kamuran Yuksek hate girtin ew biryara dadgehê jî ji bo çalakiyek birçîbûyînê mînakek bû.

Yanî her êrîşê li ser Kurda ji bo çalakiyên wisan mînakin. Lê mixabin siyaseta Kurda ji gelek tişta re dereng dimîne. Bala xwe bidinê ku êdî hîç çalakiyên we di ragihandina Turkiye da cîh nabîne. Dest dirêjî li ser şaredariya heye, ji kar qewirandina mamosteyan li ber derî ye. Binpêkirina mafên mirovan êdî hed û hesabê wê tine. Kuştina Kurda û talankirina warên Kurda ji xwe êdî bûye tiştek normal.

Piştê ewqas mijarên girîng ev çalakî hem dereng maye hem jî kêm e. Yanî Hukumeta AKP eşkere dibêje ku win êdî çareserî mareserî tine ye. Ji bo wê xwe newestînin. Bi rastî jî biryara hukumetê bi vê rengê ye. Pêwiste ku çalakiyên dîrokî ji bo her mijarê destpêbikin. Dema çalakiyek bes ji bo ahagiyek be kêm e.

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
Kadına Şiddet
Anayasa Haberleri
Trafik Kazaları
Yerel Seçimler
SPOR
Galatasaray
Fenerbahçe
Basketbol Haberleri
Şampiyonlar Ligi
SİYASET
Recep T. Erdoğan
Devlet Bahçeli
Kemal Kılıçdaroğlu
AKP Haberleri
EĞİTİM
Eğitim Haberleri
Eğitim Bakanlığı
A.Ö.L.
Eğitim Portalı
DÜNYA
GSS Borç Sorgulama
Avrupa Haberleri
Amerika Gündemi
Suriye İç Savaş
Arıkan Meselesi