türkçe porno anadolu yakası escort

Ka Îdiyên Berêêê!...


Bu makale 2016-09-15 22:08:42 eklenmiş ve 1837 kez görüntülenmiştir.
Faraç ÇOBANOĞLU f.cobanoglu@gmail.com

 

Gava ku mirov di nava salan de dihare, di rojên îdiyan de dibêje “ka îdiyên bere”. Hemî kes li îdiyên kul i paş dimîne weke “nostaljik” dinere.

 

Gava ku me bîr bir me îdiya Remezanê yan jî “îdiya biçûk” û “îdiya Qurbanê” yan jî “îdiya mezin” ji mezinên xwe fêr kir.

 

Êdî di zimanê me de têgeha “îd” hebû. Dû re me têgeha “cejn” nas kir. “Cejn” ji dorhêlên siyasi ve hatibû nava ferhenga me yî zarokî. Piştî qonaxeke din em fêr bûn ku “îd” bi erebî ye û “cejn” jî bi kurdî ye.

 

Her ku mirov mezin dibe çêja îdiyan ne weke ya zarokî ye. Kêf û coşa wê ya bere namîne. Biçûkani şekir ji bo me gelekî girîng bû. Lewre me ji salê carekê têr şekir dixwar, ev jî rojên îdiyan bû. Zarok mal bi mal digeriyan da ku şekirekî zêde bide hev. Hinek îdiyan em du car li mala vedigeriyan lê dayikên şekirbelavkar em nas dikirin û dîsa nedidan. Hinek hevalên “jîr” li hin malan radihiştin gelek şekiran û direviyan. Hinek zarokên tamsar desten xwe li sênîka şekir dixistin û sênîk dirijandın. Gava ku îdî diqediya me şekirê xwe dihejmart, şekirê kê pir ba ew serkeftî bû. Din ava me de herdem pismamê min Sebrî serkeftî bû.

 

Şekirê zarokan û şekirê zilama hebû. Yê zilama di nava zêrikan de bû, yê zarokan rût bû. Vê rewşa me zarokan diêşand. Bi rastî ji şekirê zilama ji yê zarokan xweştir bû.

 

Çêja îdiyan herî xweş jibo me zarokan ger û hevdana şekir bû. Dayik an jî pîrikên me çend roj îdi dima ji me re kîsikek didrût û me şekirê xwe dixist wî kîsikî. Devê kîsik pizî dikir ji bo ku em deve kîsikê xwe girêdin.

 

Ji bo ku em li nava gund li şekir bigerin em li benda belavkirina limêja îdiyê bûn. Gava kû zilam ji camiye derdiketin bere xwe dida ser mezel. Li hemî gundan werê bû.  

 

Îdiyên Şabana

 

Zaroktîya min li gundê me Şabana derbas bû bi vê sedemê min gelek îdi li vir bihart. Bi zaroktî hinek îdiyan em bi bavê xwe re jî digeriyan. Lê gava ku em hebekî mezin bûn, êdî em û hevalên xwe bi hev re geriyan. Armanca me yî bi coş û kelecan ku em rahêjin şekirê mala Qadê Ela.

 

Gava ku zilam ji camiye derdiketin diçûn nav mezel, dû re jî bere xwe didan mala Qadê Ela. Nêviyê gund bere xwe dida vê malê. Bi rev di kaşê ber mala wan de diçûn. Niha tê bîra min, çawa pîrekên wan ji vê qelebalixiyê ne ditirsiyan!

 

Yên ku di pêşiyê de diçûn, radihiştin şekir, dû re hev du daf didan, şekir dirjiya erde û zarokan xwe diavêtin ser stûyên hev du, ji bo rahêjin şekirê mala Qado. Mala Qado, di rojên îdîyan de çi kişand û çi nekişand! Hevjîna Apê Qado, rahmetiya Hecî Şemsê heke heqê xwe helal neke, ewê zarokên gund çi bikşînin û çi nekişînin!!

 

Çêja îdiyan Ne Weke Berê ye

 

Îdîyan, ji hela naverokê ve wate guherandine. Sedemên vê guherandinê siyasî ye, civakî ye, çandî ye hwd…

 

Ji bo zarokan û ji bo mezinan wateya îdiyan cuda bû. Ji bo zarokan hevdana şekir û ger bû, bi taybet. Lê ji bo mezinan watenin din jî hebûn. Weke kesên ku ji hev du xeyidî. Hinek diketin nava wan kesan û ew dibirin malên hevdu, ew ji bi sedema îdiyê li hev dihatin. Ev wateya îdiyê koka xwe ji ola îslamê distend, ji xwe li gori gotinan hedîsên pêxember (as) ji hene di vî warî de.

 

Lê gava ku mirov bala xwe didê, di hela gerê de jî qelsî derketiye holê. Weke berê zilam jî, zarok jî nagerin. Demên bere malekê 4-5 kîlo şekir dikirî, giş belav dibu, lê niha yê 2 kîlo şekir jî dikire, nayê belav kirin. Ji ber ku zarok her roj şekir dikirin û dixwin weke bere cazîba şekir nemaye. Ji ber sedemên siyasî û civakî jî ku huzur bi insanan re nehiştiye, zilam jî weke bere li îdiyan nagerin.

 

Ji ber van sedeman em êdî dibêjin “Ka îdiyên Berê”

 

 

Îdiya we ya Qurbanê pîroz be, gelî dost û hevalên hêja. 

Yorumlar
Adınız :
E-Mail :
Başlık :
Yorumunuz :
Güvenlik :
Değiştir  
Toplam 0 yorum. Tüm yorumları okumak için tıklayın.
Diğer yazıları...


Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Döviz Kurları


Basın İlan Kurumu
Arşiv Arama
- -
Anket
Güneydoğu Ekspres
© Copyright 2013 Güneydogu Ekspres. Tüm hakları saklıdır.
GÜNDEM
Kadına Şiddet
Anayasa Haberleri
Trafik Kazaları
Yerel Seçimler
SPOR
Galatasaray
Fenerbahçe
Basketbol Haberleri
Şampiyonlar Ligi
SİYASET
Recep T. Erdoğan
Devlet Bahçeli
Kemal Kılıçdaroğlu
AKP Haberleri
EĞİTİM
Eğitim Haberleri
Eğitim Bakanlığı
A.Ö.L.
Eğitim Portalı
DÜNYA
Avrupa Haberleri
Amerika Gündemi
Suriye İç Savaş
Arıkan Meselesi