“İstanbul Sözleşmesi'nden Vazgeçmiyoruz İzmir Kampanya Grubu”nun çağrısıyla bir araya gelen kadınlar, “İstanbul Sözleşmesi'nden vazgeçmiyoruz nöbeti” eylemini gerçekleştirdi.

Her hafta erkek şiddeti sonucu öldürülen bir kadının hikayesini kamuoyu ile paylaşan kadınlar, bu hafta Muş'ta kayınbiraderi tarafından cinsel saldırıya uğrayan ve evli olduğu erkek tarafından katledilen Fatma Altınmakas'ın hikayesini anadili Kürtçe ile kamuoyuyla paylaşıldı.

Kadınlar, Muş’un Malazgirt ilçesinde kayınbiraderi Sinan Altınmakas tarafından cinsel saldırıya uğradığı için 12 Temmuz günü Konakkuran Jandarma Karakolu'na şikayetçi olduktan sonra 14 Temmuz'da evli olduğu Kazım Altınmakas tarafından öldürülen Altınmakas'ın, korunamadığını ve katledildiğini ifade etti.

Fatma Altınmakas, Kürtçe tercüman olmadığı için şikayetinde yaşadıklarını anlatamamıştı. Altınmakas'ın kardeşi Mir Bedirhan Ayaz, “Karakolda Kürtçe tercüman olmaması büyük bir faciadır. Fatma’nın beyanında mesaj yazmayı bilmediğini, mesajları dahi başkasının yazdığını söylediği halde tercüman atanmaması katliama zemin hazırladı. Fatma darp ve cebrin ne olduğunu bile bilmiyor. Ablam beyanında fiziki şiddet ve darp olmadığını belirtmişse de Adli Tıp Kurumu'ndan alınan raporda darp edildiği ortaya çıktı” demişti.

 'EZ FATMA ALTİNMEQES...'

Kadınlar, Altınmakas'ın ağzından öldürülme hikayesini Kürtçe olarak şu cümlelerle anlattı:

"Ez Fatma Altinmeqes;

Li serê min çarik û destmalek ku çînên xemlên wê xwe ser eniya min ve berdayî;

Di destê min de çêlika pisikekê heye,

Hûn min ji vê wêneyê ku ez tê de nîvdiyar dikenim nasdikin,

Yek jî hûn bi rastî ji qetilkirina min, min nasdikin.

Ez Fatma Altinmeqes im; 32 salî me û bi du guleyan

Bi şeş zarokên li pey xwe hiştî û bi derdekî ji aliyê kesî/ê ve nehatî guhdarkirî ve mirim.

Ya rastî mirin jî ne ya min bû,

Çawa gava ku dijîm, gava ku ez çûm jî hinekên din biryar dan bê ez bibim çi. Ez nemirim, hatim kuştin!

Min pir kişand ji destê Sînan,

Bi mehan destdirêjî li min kir,

Ez ji ber zordestiya Sînan mirim.

Îstîsmar, rojnameyan çi nivîsî,

Ez ewqas wateya wê nizanim,

Êdî çi be her ku min digot ez naxwazim, ew bi ser min de dihat.

Ewî ku bedena min bêxwesteka min ji min distand, her çi be,

Wî  ji ber ku ez jin im min tune dihesiband

Û wî xwe bi ser navê zilamtiyê ku vedişart her tiştî dikir, her çi be

Ewî her ku min digot neke, ranediwestiya û her ku min digot newe, nediçû êdî her çi be.

Ewî digot ger tu bi ya min nekî, ez ê hevjînê te bikujim,

Ewî digot ez ê zarokên te bikujim, her çi be.

Ew, Sînan Altinmeqes e,

Tî yê min ango birayê hevjînê min e.

Sînanê ku wekî tirseke bêser û binî ez dorpêç dikirim.

Sînanê kujerê xwîşka xwe yê ku ne gengaz e, wî ez rihet bernedidam.

12ê Tîrmehê bû,

Ez ji germê cuda, ji Sînanê cuda dilteng bûbûm.

Gundê Golaxili mezin dibû û bi ser min de dihat,

Te digot qey çiya û kevir diketin ser dilê min. Giraniyek wisa ku ez nikarim bînim ziman.

Min bilêv kir. Min destpêkê ji keça xwe ra got.

Keça min, hevjînê min; te dît ewî ku ez bi du guleyan li erdê dirêj kirim.

Qeder jî şahîd e, min got Kazim; Qeder û Kazim, biraziya/ê wî ne.

Pişt ra min li gel Kazim em çûn qereqola jenderma ya Qonaqqûran.

Min carekê jî ji wan ra got.

Min her tiştê qewimî ji wan re vegot.

Min behsa Sînanê kir.

Min behsa kirinên wî kirin.

Min behsa gefên wî, lêdanên wî, li dij derketinên xwe û têkçûnên xwe kirin.

Min behs kir  û min behs kir, min qet got fam kirin.

Ez axivîm, axivîm û min got qey guhdar kirin.

Tu nabêjî ew tenê li rûyê min temaşe dikin.

Piştî gilî û gazinên min, Sînanê hildan binçav. Gotin ku wê sevkê dadgehê bê kirin.

Min digot qey dê Sînan were girtin û ez ê jî rihet bikim.

Lê wî serbest berdan. Gotin ku gumana reşkirina bersucan tune ye.

Herhal ya ku jê re digotin bersuc, ez bûm.

Ez ji şevê reştir bûbûm.

Li beramberî gotina min, gotina Sînan. Sînanê ku destdirêjî li min kiribû.

Li beramberî gotina min, gotina Sînan. Sînan ê kujer ku di 2005an de xwîşka xwe kuştibû.

Gava ku Sînan serbest hateberdan, çi kir û ji kî re çi got, ez nizanim.

Kazim çi bihîst, çi fikirî û çi fam kir, ez nizanim; piştî gazinc û gilîkirina min, bi du rojan, min dengê du guleyan bihîst, li gundê Melezgirtê yê Golaxili, dê bûbûya dengê dawî ku ez bibihîzim. Ez bi vî dengî mirim.

Ez jî gava min hewl dida ku derdê xwe bi zimanê xwe yê dayîkê bînim ziman, ji vê dinyayê hatim qewirandin.”

Kaynak/GazeteDuvar

Editör: TE Bilişim